Tirkiye

Cendekê zarokê 8 salî yê ku li Agiriyê winda bibû di Çemê Muradê da hat dîtin

Abdullah Söylemez  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 08.04.2021
Cendekê zarokê 8 salî yê ku li Agiriyê winda bibû di Çemê Muradê da hat dîtin

Ağrı

 Li Agiriyê Zeynel Abîdîn Çelîkê 8 salî ku winda bû, termê wî di Çemê Muradê da hat dîtin.

Cumalî û Hatîce Çelîka ku li taxa Mehmet Akîf dijîn, Zeynel Abîdînê kurê wan êvarê wexta ku li pêşiya malê dileyîst, winda bû.

Malbatê piştî ferq kir ku kurê wan winda bû, cab da polêsan.

Li ser êxbarê polês û ekîbên Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Bajêr (AFAD) sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîbên AFAD, polês, zabite û welatiyan li taxa ku Çemê Muradê jî tê ra derbas dibe, xebata lêgerîn û xelaskirinê da destpêkirin.

Ekîban xebata xwe li nêzî Pireya Kupqiranê ku 4 kîlomêtre ji cihê ku Çelîk lê winda bûye dûr e, zêde kir.

Resûl Çelîkê personelê îtfaiyeyê û apê zarok jî bi ekîban ra geriya û cesedê Zeynel di Çemê Muradê da dît.

Cesedê Çelîk ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın