Mustafa Ünal Uysal
08 Nîsan 2021•Rojanekirin: 08 Nîsan 2021
Li Toroslara navçeya navend a Mêrsinê 56 sîkeyên bronz û 7 amûrên tê nirxandin ji heyama Bîzansê mane hatin girtin.
Di daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr da hat diyarkirin ku ekîban xeber hildan ku 2 şikbar li navçeyê qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dikin.
Şikbar hatin teqîbkirin û di wesayîta wan da 56 sîkeyên bronz û 7 amûrên tê nirxandin ji heyama Bîzansê mane hatin girtin.
Şikbarên hatin binçavkirin derxistin mehkemeyê û bi şertê darizandina serbest hatin berdan.
Sîke û amûrên hatin girtin jî teslîmî Muzeya Mêrsinê kirin.