18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
BITLÎS
Li navçeya Adilcewaza Bidlîsê, piştî pevçûneke çekdarî, ekîbên cendirmeyan bi mebesta bidestxistina amûrên sûcê ku di wê bûyerê da hatine bikaranîn operasyon li dar xistin û di malekê da 103 parçe berhemên dîrokî dîtin.
Li gorî agahiyan, li gundê Gumuşdovena ku di 2yê meha mijdarê da di nava 2 malbatan da pevçûneke çekdarî derketibû û 4 kes hatibûn kuştin û 9 kes jî birîndar bibûn, ekîbên Fermandariya Cendermeya Navçeyê, ji bo dîtina amûrên sûcê operasyon li dar xist.
Di encama lêgerîna di malekê da, di hundirê çewalekî tijî hirî da, 103 parçe berhemên dîrokî hatin dîtin ku dîroka wan vedigere serdema Bîzans, Selçoqî û Osmaniyan.
Ew berhemên ku di nav wan da, qertelê duserî, diravekî zêrî tuxredar yê Osmanî, peykerokek, xişrên zîvîn û misîn (sifir) û hejmareke gelek ji sîkkeyan hebû, radestî Rêveberiya Muzeya Exlatê kirin.
Ji aliyekî din va, jineke gumanbar ku ji ber têkildariya wê bi vê bûyerê ra heye hate binçavkirin û di îfadeya xwe da got, "Evna di daweta min da weke xelat dane min."
Lêpirsîna der barê vê bûyerê da didome.