02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku di çarçoveya gera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkaya Latîn de niha li Santîagoya paytexta Şîliyê ye ji ser têlefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry re axivî.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên dîplomatîk dan, hevdîtin li ser daxwaza Kerry 1ê sibatê roja duşemê hat kirin.
Di hevdîtinê de her du wezîr qala rewş û rûdanên li Sûriyeyê diqewimin, hevdîtinên ku li Cenewreyê niha bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di navbera rejima Sûriyeyê û muxalifên de didomin, kirin û di wan mijaran de fikr û ramanên xwe ji hev re gotin.