WASHINGTON
Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden Fuad Mesûmê ku wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin, pîroz kir.
Li gor daxuyaniya Qesra Sipî Bîden bi têlefonê li Mesûm geriya û ew pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bîden û Mesûm li ser xetereya rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) sekinîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Bîden û Mesûm li ser avakirina hikûmetê û der barê nexşerêya rêvebiriyê de axivîn.
Mesûm di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên Iraqê yên li herêmê.
Bîden jî destnîşan kir ku dê DYA di çarçoveya Peymana Çarçoveyê ya Stratejîk de têkiliyên xwe yên bi Iraqê re bidomîne.