08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
İZMİR
Li Çeşmeya navçeya Îzmirê bota ku penaberên efxan tê de bûn binav bû. Di qezayê de jê yek derguş bi giştî 6 zarok mirin.
Şev di saet 02.30an de îxbarek hat kirin. Tîmên Ewlehiya Qeraxê li ser îxbarê çûn bakurê Bogazadasi. Tîman û noqaran bi hev re di behrê de lêkolîn kirin. Ji behrê cesedê derguşekî û 5 zarokan hat derxistin.
Zarokekî 12 salî yê bi navê Mehdî ji behrê sax hat derxistin û ji mirinê filitî.