Tirkiye

Berfa ku li Stenbolê dihat payîn, jiyan rawestand

Ekip  | 25.01.2022 - Rojanekırın : 26.01.2022
Berfa ku li Stenbolê dihat payîn, jiyan rawestand

Istanbul

 Ji ber berfa ku duh li Stenbolê barî, bi hezaran meriv negihîştin mala xwe û şeva xwe li otêl, mêvanxane û wargehan derbas kirin.

Meteorolojiyê çendîn roj berê hişyarî dabû ku li Stenbolê berf wê bibare. Berfa ku dihat payîn duh piştî nîvro dest pê kir li ser rojavayê bajêr û navçeyên wê yên bakur zêdetir barî û dest û lingên merivên bajêr girêda.

Ji ber berf û qezayên ku çêbûn, gelek rê hatin girtin. Bi kutabûna mesaiyê ra welatî bi rê ketin ku herin malên xwe, lê li bajêr çûyîn û hatina wesayîtan hema bêje sekinî. Welatiyan berê xwe da metro û metrobusan û li rawestgehên metro û metrobusan jî qerebalixî çêbû. Li hin rawestgehên metrobusan ew qas qerebalixî çêbû ku merivan nikaribû xwe bilipitînin. Ji ber berfê hin seferên tramvayê hatin betalkirin.

Li cihên ku trafîk lê sekinî, gelek kes di wesayîtên xwe da mehsûr man. Di rêyên sereke yên ku çûyîn û hatina wesayîtan sekinî da bi hezaran Stenbolî di binê berfê da li benda alîkariyê sekinîn.

Li navçeyên ku berf zehf lê barî, ekîbên şaredariyê û hin saziyên civaka sivîl li welatiyên ku di wesayîtên xwe da mehsûr mane çay, şorbe, av û xwarin bela kir. Gelek welatiyan wesayîtên xwe danîn kêleka rê û peyatî çûn malên xwe.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr jî çûn hewara kesên ser rêya Otoyola Marmaraya Bakur di navbera Yassioren û Odayeriyê da di wesayîtên xwe da mehsûr man. Cendirmeyan bi wesayîtên xwe welatî ji herêmê texliye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.