Hüseyin Demirci
15 Tebax 2026•Rojanekirin: 15 Tebax 2026
Li Qersê zîpik û barana gur bi bandor bû.
Li gundê Bulanika ser bi navendê, zîpika ku piştî barana gur bariya, derdor spî kir.
Li gundê ku welatiyan bi bêrê lodên zîpikê paqij kirin, hinek erdên çandiniyê zirar dîtin.
Li navçeya Sariqamîşê jî barana gur tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Barana ku navber bi navber dibarî veguherî barana gur.
Ji ber vê yekê li kolan û caddeyan golên avê çêbûn û rêgar xetimîn. Esnafan ava ku li ber dikanên wan civiyabû paqij kir.