Tirkiye

Bendava Efrîna Jorê tê vekirin

Mustafa Çalkaya  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
Bendava Efrîna Jorê tê vekirin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê bi rêya vîdeo konferansê Bekîr Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan jî li herêmê ew ê beşdarî merasima vekirina Bendava Efrîna Jorê û Xeta Îsaleyê bibin.

Di daxuyaniya Wezareta Çandinî û Daristanan da hat diyarkirin ku bi hatina koçberên ji Sûriyeyê va li Kilîsê hewcedariya bi ava vexwarinê û bikaranînê zêde bû.

Bendava Efrîna Jorê ya ji bo temînkirina avê di sala 2015an da dest bi avakirina wê kirin hat temamkirin.

Serokomar Erdoganê bi rêya vîdeo konferansê Bekîr Pakdemîrliyê Wezîrê Çandinî û Daristanan jî li herêmê ew ê beşdarî merasima vekirina bendavê û Xeta Îsaleyê bibin.

Bendava 38 milyon mêtrekup avê hildide û xeta îsaleyê bi 300 milyon lireyî hatin avakirin. Bi bendavê va Bendava Seveyê, ava Yênîqapî û Narlicayê ew ê hewcedariya bi avê ya Kilîsê bibînin. Tê hesabkirin ku di sala 2050yî da hewcedariya Kilîsê ew ê bi 36,6 milyon mêtrekup avê hebe.

Di çarçoveya Projeya Efrîna Jorê da xeta îsaleyê ya 2 hezar û 850 mêtro dirêj jî bi 200 milyon lireyî hat avakirin. Bi vê xetê va di salê da 19 milyon mêtrkup avê ji bendavê bikişe Kilîsê.

Bendavê 30 hezar dagar erdî jî ji lehiyê mihefeze bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.