Karsazên Îranî Mehmet Emîn Bîlmezê Waliyê Wanê ziyaret kir
Van
Grûbek karsaz ji Îranê hat Wanê û Walî Mehmet Emîn Bîlmez ziyaret kir û der heqê veberhênanên ku dixwazin li bajêr bikin da agahî dan Bîlmez.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Bîlmez û 33 karsazên Îranî li salona civînê ya Alîpaşa ya Walîtiyê civiyan.
Karsazan der barê karên ku li Îranê dikin da Bîlmez agahdar kir û got ku ew dixwazin li Wanê bi karsazên sektora xwe ra têkiliyê daynin.
Karsazan daxuyand ku Wan ji bo veberhênanên bajarekî cazîb e û ji bo eleqedariyê spasiya Bîlmez kir.
Bîlmez jî daxuyand ku ew kêfxweş bûn ku wan seba veberhênanê Wan tercîh kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.