Ahmet Aydın
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Balyozê Paraguayê yê li Enqereyê Ceferino Adrian Valdez Peralta li Alacahoyuk û Hattuşaya payetexta Hîtîtê ku yek ji kevintirîn şaristaniyeta Anatoliyê ye geriya.
Balyoz Peralta li ser vexwendina Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Zimanên Cîhanê yê Ajansa Anadoluyê Mehmet Ozturk, bi mebesta dîtina bermayikên 3 hezar salî yê şaristaniyeta Hîtîtê ku ji pirtûkên dersê yên dema lîseyê nas kiribû, gihişt Çorumê.
- Balyozê Paraguayê yê li Enqereyê Ceferino Adrian Valdez Peralta li Alacahoyuk û Hattuşaya payetexta Hîtîtê ku yek ji kevintirîn şaristaniyeta Anatoliyê ye geriya ( Kemal Ceylan - Anadolu Agency )
Peralta bi rêberiya Hîtîtolog Ozgur Merîç li muzeya Bogazkoy, Kavilgeha Hattuşayê û Perestgeha Servekirî ya Yazlikayayê geriya û bi eleqeyeke nêzîk li kevirê kesk, sfenksên Bogazkoyê, deriyê şêr û deriyê melik venêhirî.

Balyoz Peralta derbarê berhemên li kavilgeh û muzeyan agahî sitendin û bi geryana li Muze û Kavilgeha Alacahoyukê geşta xwe qedand.
Perelta piştî geştê di daxuyaniya xwe de ya ji bo nûçegihanê AAyê anî ziman ku li Çoruma xwedan rabirdûyeke hezarê salan, rêwitiyeke dîrokî kiriye.

Balyozê Paraguyî Peralta destnîşan kir ku rojeke hestiyarî derbas kiriye ûwiha got, "Agahiyên ku berî nuha bi 45 salan di dema lîseyê de xwendibûn, ez gihiştim wê şanaziyê ku bi çavê serê xwe bibînim. Gelekî giringe ku bermayikên şaristaniyekê berî bi hezarê salan li vêderê jiyaye tên parastin û tên nimayişkirin. Ji ber van îmakanan ez spasiya Tirkiyeyê dikim."
Peralta tekezî li wê yekê kir ku Paraguay jî xwedan şaristaniyeke nêzîka 500 salî ye û got, "Di navbera Hîtîtan û welatê me de zêde lihevçûn nîn e, lêbelê ji ber ku Hîtîtî destpêka şaristaniyet û dîrokê ne bi dîtina vê axê kêfxweş bûm. Vêderê cihê jiyarên Xrîstiyanan e jî. Ji ber mazûvaniyê ez spasiya Mehmet beg jî dikim."

Piştî geriyanê Qaymeqamê Bogazkaleyê Yunus Ataman li Qesra Dulkadîrogluyan a dîrokî Peralta û Ozturk ezimand. Ataman weke yadigariya geriyanê bîbloya Peymana Aşitiyê Kadeşê ku weke yekemîn hevpeymana nivîskî ya dîrokê tê zanîn ku di navbera Hîtîtî û Misriyan de hatiye girêdan.