ÇORÛM
Li Çorûmê agir bi xaniyeke yek qatî ket. Di encamê de jinikeke ducanî, du zarok û mêrê wê şewitîn û mirin.
Li gor agahiyan li Sulukluevlera taxa Bahçelîevlerê agir bi xaniyeke yek qatî ket. Li ser îxbarê Tîmên Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Çorûmê çûn cihê bûyerê û midaxeleyî êgir kirin. Piştî ku êgir temirî tîmên agirkujiyê û tîmên tenduristiyê ketin hundir û 2 jê zarok cinazeyên 4 kesan dîtin.
Li gor lêkolîna ewilîn di xaniyê ku yê Bîla Yilanci (33) ye sotikê êgir ji sobeyê dipeke û pêşî xalîçe û paşê jî bi alavaên din dikeve û agir bi xanî dikeve. Hat tespîtkirin ku di encama êgir de Bîlal Yilanci, jina wî Songul (29) û zarokên wan Sila (8) û Ozlem (3) mirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Halîl Îbrahîm Dogan û Serokê Şaredariyê Muzaffer Kulcu hatin cihê bûyerê û ji rayedaran agahî girtin.