2017 ж. 21 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 21 наурыз
ÇORUM
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê eşyayên navmalê û daxistina bacê da daxûyanî da û got: "Îskontoya eşyayên navmalê û daxistina bacê dê dawiya nîsanê biqede. Lê êmê dîsa binirxînin."
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal Yekitiya Odeya Hunermend û Pîşekerên Çorûmê Ziyaret kir. Li vir Serokê ÇESOBê Yalçin Kiliç rehleya bidestçêkirî dîyarî Agbal kir û got ku ji ber ku di sektora mobîlyayê de bac ji sedî 18an daxistin sedî 8na, gelek kêfxweş in û welatî dixwazin ev daxistin dewam bike.
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal der barê eşyayên navmalê û daxistina bacê da got: "Herdu sektor jî giring in. Ev îskonto dê dawiya nîsanê biqede. Emê dîsa binirxînin. Niha atmosfereke gelekî baş heye. Li gor reqamên par di firotina eşyayên navmalê de îsal sedî 30 zêdebûn heye. Heman zêdebûn di firotina mobîlyayê de jî heye. Niha li bazara kirîn û firotinê hewayeke erênî heye. Li ser vê di piyasayê de rewşeke baş heye. Emê van xweşiyan li ber çavan bigirin. Bila rûyê esnafên me bikene, bila danûstandin hebe bese."