Sefa Şahin
24 Mijdar 2022•Rojanekirin: 27 Mijdar 2022
Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD) ragihand, ji 93 birîndarên erdheja Golyakaya Duzceyê ya mezinahî 5,9, tedawiya 14 kesan didome.
Li gorî daxuyaniya AFADê, piştî erdhejê li herêmê ya herî mezin 4,3 bi tevahî 212 lerzên dûmahîkê çêbûn.
Li Duzceyê 37, li Stenbolê 2, li Boluyê 14, li Zonguldakê 10, li Sakaryayê 26 û li Bursayê 4 bi tevahî 93 kes birîndar bûn, ji birîndaran 14 jê tedawiya wan li nexweşxaneyan didome.