02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê di daxuyaniya weşand de diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna bi rêxistina terorê de hejmara terorîstên ku li Cizîr, Sûr û Silopiyê hatin kuştin derket 261î.
Li gor vê di operasyonên ku li Cizîra navçeya Şirexê tên birêvebirin de herî dawîn 3 endamên rêxistinê hatin kuştin û 3 mensûbên rêxistinê jî hatin qefaltin. Di operasyonê de çar teqemeniyên dest bidestçêkirî hatin îmhekirin û 7 barîqat jî hatin rakirin. Hejmara terorîstên li Cizîrê hatin kuştin jî derket 179an.
Di operasyona ku li Silopiya navçeya Şirnexê hat birêvebirin de jî 5 terorîst hatin kuştin û hejmara yên li Silopiyê hatin kuştin jî derket 27an.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî terorîstek hat kuştin û hejmara terorîstên ku li Sûrê hatin kuştin jî derket 55an.