02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
ANKARA
Biryar hat dayîn ku doza der barê Kazim Baba da ku tê îdiakirin di nav kadroya rêvebirên "Parlementoya Kurdistanê ya Li Sirgûnê" da ye, bi doza 31 bersûcên ku di avakirina "Parlementoya Kurdistanê ya Li Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" da cî girtine, were dîtin.
Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Enqereyê bi hinceta "di navbera herdu dozan da ji hêla fiîlî, hiqûqî û şexsî va têkilî heye" biryar da ku herdu dosye bibin yek.
Piştî teblixkirinê parêzer û Baba dikarin di nav 7 rojan da îtiraz bikin.
Heger îtiraz neyê kirin an jî îtiraz were redkirin wê doza der barê Baba da bi doza 31 bersûcên ku di avakirina "Parlementoya Kurdistanê ya Li Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" da cî girtine, were dîtin.
31 bersûcên ku di avakirina "Parlementoya Kurdistanê ya Li Sirgûnê" û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" da cî girtine bi hinceta "avakirina rêxistina terorê û îdarekirina rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Enqereyê tên darizandin. Lijneya dadgehê ji bo bersûcên ku îfade nedane "sozê nederdestkirinê" dabû û hin bersûc piştî vê biryarê hatibûn Tirkiyeyê û îfade dabûn.
Di îdianameya der barê Baba da ku sala par di meha îlonê da doz hatibû vekirin, 15 sal cezayê hepsê tê xwestin. Di îdianameyê da tê destnîşankirin ku Baba di sala 1979an da çûye Almanyayê û qala xebatên Baba yên ji sala 1987an vir va tên kirin. Tê îdiakirin ku Baba di nav kadroya rêvebirên "Parlementoya Kurdistanê ya Li Sirgûnê" da ye.