QAHÎRE
Li Misrê doza ku di nav gel de wek "bûyerên îttihadiyeyê" tê zanîn didome. Di vê dozê de Serokomarê Misrê yê berê Muhammed Mûrsî û endamên Rêxistina Îxwanê tên darizandin. Hat diyarkirin ku ji bilî Mûrsî ew kesên ku tên darizandin anîne Akademiya Polêsan a li Qahîreyê ku doz lê didome.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bi dest xist, di nav kesên ku ji bo darizandinê anîn dadgehê de Sekreterê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (PMA) Muhammed el-Bîltecî, Alîkarê Serokê Giştî yê PMAyê Îsam el-Aryan, Alîkarê Serokê Dîwana Serokomariyê Esad eş-Şeyha, Midûrê Ofîsa Serokomariyê Ehmed Abdûlatî, Şêwirmendê Ewlehiya Serokomariyê Eymen Abdûrraûf Hûdhûd û gelek kesên din hene.