ANKARA
Anadolu Agency (AA) bi hinceta bêîtibarkirina ajansê û rêvebirên ajansê de ji ber ku nûçeyên ne rast diweşînin der barê rojnameya Yurt, Evrensel, Sol, Aydinlik, Zaman, Cumhuriyet, Bugun û Sozcuyê de gilîdar bû û doza madî û manewî vekir.
Parêzerên ajansê daxwaznameya gilîdarbûnê da Dadgeha Ticaretê ya Nobedar a Enqereyê. Di daxwaznameya gilîdarbûnê de hat destnîşankirin ku ew rojname bi mebesta bêîtibarkirina ajansê û rêvebirên ajansê tevdigerin, nûçeyên ne rast diweşînin û bi buxtanan dibin sedem ku ajans zirar bike.
Di çarçoveya dozê de ji rojnameyan ji ber zirarên madî 5 hezar lîre tezmînata madî û hezar lîre jî tezmînata manewî tê xwestin.
Anadolu Agency (AA) berê jî bi heman mebestê der barê rayedarê "zaman.com.tr"yê Ekrem Dumanli, rayedarê "samanyoluhaber.com"ê Fuat Karazaybek, rayedarê "aydinlikgazete.com"ê Ergun Gedek, rayedarê rojnameya Evrenselê Fatih Polat, rayedarê "cumhuriyet.com.tr"yê Orhan Erînç, rayedarê "bugun.com.tr"yê Gurdal Gurler, rayedarê "postmedya.com"ê Levent Arap, "cihan.com.tr" û "bihaber.com"ê de gilîdar bûbû.