Yasemin Kalyoncuoğlu
28 Îlon 2022•Rojanekirin: 28 Îlon 2022
Li Goleya navçeya Erdexanê bi lerza 4an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acil (AFAD), di saet 02.01ê da li navçeya Goleyê ya Erdexanê bi lerza 4ê erd hejiya.
Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
- AFADê heya saet 20.30yî 29 erdhejên zêdebar qeyd kirin
Duh li Goleyê di saet 17.08an da bi lerza 5ê erd hejiya û paşê ji saet 20.30î pê va yek jê bi lerza 4ê bi tevahî 29 erdhejên zêdebar çêbûn.
Li herêmên ku erdhej lê çêbû bi tevahî 60 êxbar ji Navenda Bangewaziya Acil a 112ê ra hatin. AFADê ragihandibû ku dîwarê 2 malan hilweşiya, 3 kes jî birîndar bûn.
Li Ardahanê bi şîdeta 5ê erd hejiya
Li Goleya navçeya Ardahanê bi şîdeta 5ê erd hejiya.
Li gorî daxuyaniuya li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) saet 17.08ê navend Goleya navçeya Ardahanê bi şîdeta 5ê erd hejiya.
Hat rahihandin ku erdhej bi qasî 7 kîlometro di kûrahiyê de çêbûye.