Tenduristî

Bi 3 zarokên malbatekê ra heman nexweşî derket

Li Gazîantebê bi 3 endamên malbatekê ra heman nexweşî derket

Fatih Gazioğlu  | 11.07.2019 - Rojanekırın : 12.07.2019
Bi 3 zarokên malbatekê ra heman nexweşî derket

Gaziantep

Li Gazîantebê bi 3 endamên malbatekê ra heman nexweşî derket.

Nexweşiya ku bi navê "Spînoserebellar ataksî" tê zanîn û tê meneya biçûkbûna mejî li gor bijîşkan "ji sedhezarî carekê" tê dîtin.

Ji ber nexşweşiyê ji zarokên malbatê keça 12 salî du sal beriya vê miribû.

Malbata Çiftçî ya ku navçeya Şehîtkamîlê li taxê Omat Kutlarê dije niha jî ji bo xilaskirina 2 zarokên xwe yên din dixebitin. 

Mehmet Çifçiyê bav daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di 2 zarokên wî yên din da jî heman nexweşî derketiye û wiha axivî:

"Ji ber vê nexweşiyê keçeke min mir. Niha jî heman nexweşî li kurê min Mustafayê 10 salî û Fatmanura keça min ya 10 salî ye jî derket. Ez naxwazim ev zarokên min jî bimirin. Bila mezinên me alîkariya me bikin. Ji bo me çareyekê bibînin."

- "Ji bo zarokên min dilê min disoje"

Emîna Çîftçiya dayik jî got ku heta 2-3 sal beriya vê tiştekê keç û kurê wê tunebû û wiha axivî:

"Ev demekê pirsgirêkên fizîkî û zihnî li zarokên me derket. Êdî nikarin bimêşin û biaxivin. Ez wan wekî pitikekê dikim. Zarokên min her roj li pêş çavê min dihelin. Ji bo zarokên min dilê min disoje û ez nikarim tiştekî bikim. Bila rayedar alîkariya me bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.