Bilêtên pêşbirka Tirkiye-Fransayê qediyan
Bilêtên pêşbirka Tirkiye-Fransayê ya ku wê 8ê Hezîranê roja şemiyê di saet 21.45an da li Stada Şaredariya Mezin a Konyayê çêbibe qediyan
Istanbul
Bilêtên pêşbirka Hilbijartinên Şampiyoniya Ewropayê ya 2020an a di navbera Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê û Fransayê da di nav demeke kin da qediyan.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê daxuyand bilêtên pêşbirka di navbera Tirkiye û Fransayê li ser malpera înternetê ya "taraftarkulubu.tff.org" hatin firotin û hemû bilêt çawa ku hatin pêşkeşkirin di nav demeke kurt da hatin firotin û qediyan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ew di serî da gelê Konyayê sipasiya hemû futbolhezan dikin.
Pêşbirka Tirkiye-Fransayê wê 8ê Hezîranê roja şemiyê di saet 21.45an da li Stada Şaredariya Mezin a Konyayê çêbibe.