Ji 18 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê îdiayên "Rêxistina Paralel" de sewqî edliyeyê kirin jê 5 kes hatin girtin.
Piştî miemeleyên li emniyetê ji 18 kesên ku sewqê edliyeyê kirin jê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, jê 13 kes jî bi taleba girtinê derxistin dadgeha nobedar.
Tevî sermufetîşê polêsan û Midûrê berê yê Şaxa Têkoşîna bi Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze re Anadolu Atayun 5 kes hatin girtin. 8 kesên mayîn jî bi şiklê ku bêyî werin girtin bên darizandin serbest hatin berdan. Hat diyarkirin ku Atayun li emniyet û dozgeriyê mafê xwe yê bêdengiyê emiland.
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê îdiayên "Rêxistina Paralel" a ku navenda wê Konya ye de di 22yê gulanê de li 19 bajaran operasyon hatibûn lidarxistin û bi sûcdarkirina "Endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetûllahî", "Bi lêpirsînê va binpêkirin, veşartin û guhertina nehêniya jiyana taybet û ragihandinê" va tevî 31 mensûbên emniyetê ji 66 berşikan 44 heb hatibûn binçavkirin, ji kesên binçavkirî jê 26 kes piştî miemeleyên li emniyetê hatibûn berdan.