Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Pêşeroja gelê birûmet û serbilind yê li ser vê axa dijî şerefa me ye. Serbilindbûn û parastina rûmeta gelê vê herêmê deynê me yê şerefê ye."
Serokwezîr Davutoglu li Hadîma navçeya Konyayê bangî gel kir.
Davutoglu di destpêka axaftina xwe da silav da gel û ji ber eleqeya ku nîşanî wî didin sipasiyên xwe pêşkêş kir û wiha berdewam kir: "Ez dizanim ku we jî dixwast îro rewş cuda bûya em bi kêf û coş bûna lê mixabin duh bi şev 10 birayên me, 10 karkerên me di qezayê de çûn ber rehma Xwedê. Karkerên me yên bi xwîdana xwe heqê nanê xwe qezenc dikirin duh li Stenbolê mirin."
Davutoglu ji gelê li qadê civiya bû xwest ku ji bo karkeran fatîha bixwînin û sersaxî da malbatên karkeran û got Xwedê sebrê bide.
Serokwezîr wiha dewam kir:
"Ez hatim bal we, ez hatim bal zarok, kal, pîr, xaltî, ap û birayên xwe yên vî çiyayî. Ez ji bo silavê bidim we, ji bo sipasiyên xwe pêşkêşî we bikim hatim. Ez ji bo ku xwe bispêrim we, ji bo we ji xwe re bikim şahid hatim. Lewra rêya me rêyeke dirêj e û berpirsiyariyeke giran li ser pişta min e. Em encax dikarin bi diayên Hezretî Hadîmî, Hezretî Mewlana û konyayiyên ku ji van zatan feyz girtine bigihêjin armancên xwe."
Davutoglu li ser gotina "Xwedê alîkarê we be" ya welatiyekî got: "Heta ku hûn ji bo min wiha diayan bikin dê pişta min negihêje erdê. Ez her dem li hêviya piştgirî û diayên we me."
-"Em ê bi şev û bi roj bixebitin"
Davutoglu got ku dê bi şev û bi roj ji bo 81 wîlayetan bixebitin û destnîşan kir ku deynê bajarê ku lê jidayik bûye jî ser milê wî ye û wiha pê de çû: "Ji bo em wî deynî bidin em ê bi şev û bi roj bixebitin. Madem we emanetek teslîmî me kir, bira dilê we rehet be, em ê vî emanetî biparêzin û nehêlin tu kes binpê bike."
Wezîrê Ciwanî û Sporê Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrawaniyê Lutfî Elvan digel hin parlementer û Serokê Şaredariya Konyayê Tahir Akyurek beşdarî mitîngê bûn.