Nihat Kavşut
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
KONYA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Kesên ji bo xêra gel û welêt tu gotinek nekirine dîtin ji heqê me nayên der niha jî êrîşî qehremanên me yên şerê dijî terorê dikin."
Serokomar Erdogan li Meydana Kiliçarslan di mitînga Konyayê ya partiya xwe da axivî.
Erdogan der barê veberhênanên ku di heyama desthilatdariya AK Partiyê da hatine kirin da axivî û wiha got: "Niha çi dibêje namzedê Bay Kemal, 'Em bi van karan ra eleqedar nabin' Wisa be tu çima bûyî namzed? Dizanin çawa be wê AK Partî bike. Ew zanin ku wê qezenc jî nekin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser xeberdana Muharrem Înceyê namzedê serokomariyê yê CHPyê wiha got: "Der heqê Înceyê ku hevalên min yên parlamenter wekî diz sûcdar dike da dozê vekin, hûn hemû dozan vekin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê gotinên Muharrem Înce da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Vana xwe negirtiye ji bo Meclisa tecelîgaha îradeya miletê me ye û hevalên me yên parlamenter wekî diz sûcdar dikin û hê jî pêşva diçin. Ev li ser xwe nînin, vana hiş û mêjiyê xwe xwariye. Tu çawa dikarî ji bo parlamenteran gotineke wiha bibêjî. Wisa be tu jî diz î."
Erdogan diyar kir ku kesên ji bo xêra gel û welêt tu gotinek nekirine dîtin ji heqê wan nayên der niha jî êrîşî qehremanên me yên şerê dijî terorê dikin.
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Wisa ji hedê xwe û ji rê derdikeve ku dibêje wê apoletên paşeyê me Metîn Temel jê bike û wî teqawid bike."