Notirvan Mustafa Alakir û Hîmmet Afacan dema li Aladagê notirvaniyê dikirin rastî kariyeke mezin hatin û metel man.
Alakir ji rojnamegeran re got ku dema ew li Aladagê di eraziyê 2 hezar mêtroyî bilindtir de digeriyan, rastî du kariyên mezin ên ku li cem hev hatin. Dema ku wan karî pîvan, dîtin ku ya herî mezin 32 santêm û kîlo û nîvek e, ya din jî kîloyek û 200 gramî ye.
Alakir got ku li navçeya Derbentê gel kariya bi navê "Kariya nîsanê" an jî "Karîya xas" ji çolê ber hev dikin û dixwin. Lê ev yekem care ku wan kariyeke wiha mezin dît.
Alakirê behsa kariyê kir û got ku 10 kes dikarin bi vê kariyê têr bibin û got ku wan ewil wêneyên kariyê kişandin û pişt re jî ew xwar.