Ahmet Aydın
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ÎZMÎR
Serokwezîr û Alîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Îzmîrê xîtabî welatiyan dike.
Serokwezîr Yildirim got, "Asoyê wan tune, ev tenê di tiştekî de mane asê, bila Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û AK Partî here, li Tirkiyeyê çi bibe bila bibe. Ewên ku li ser vê herêmê planan çêdikin, hêzên emperyal jî heman tiştî dibêjin. Dibêje 'bila Tayyîp Erdogan here'. Ev heman sitranê distirin. Ev tiştekî tîne bîra we? Yanî weke hev dibêjin. FETO, Qendîl sponsorên wan ên hundûrê bi hevre dibêjin bila AK Partî, Recep Tayyîp Erdogan here û çi dibe bila bibe, memleket giring nîn e."
"Me got, emê berî her cejnê, hezar lîreyî bidin malnişînên xwe"
Yildirim derbarê mehaneya malnişînan de wiha axivî, "Me got, emê berî her cejnê, hezar lîreyî bidin malnişînên xwe, ser xêrê be. Malnişînên me layiqê tiştê herî baş û herî rind in. Çimkî ew ji bo vî welatî xebitîn, ked dan. Di temenê xwe yê ciwan de hilberîn kirin lê nuha wê jî îstismar dikin. Çi dibêjin, 'Na hezar lîreyî nadin, 750, 500 lîreyî didin.' Derew, virr, hemî tişt li ba van heye."
"Em ber bi Qendîlê ve diçin, emê terorê nehêlin"
Serokwezîr Yildirim behsa operasyona Qendîlê kir û wiha got, "Em ber bi Qendîlê ve diçin. Me li nav welêt teror berteref kir, nu em li pey wan in. Herin kuderê bila herin, leşkerên me yên qehreman li wî aliyê sînor destanê dinivîsin. Emê şikeftên terorîstan li wêderê jî wêran bikin. Ewên ku gotinên mezin dikin bila Efrînê bi bîra xwe bînin, El-Babê bibîr bînin. Emê hesabê şehîd û xaziyên xwe yekoyeko bipirsin."
"Reqemên geşepêdanê hatin eşkerekirin, di 4 mehên pêşî de Tirkiyeyê dîsan rekor şikand"
Yildirim derbarê aboriyê de wiha axivî: "Îro reqemên geşepêdanê hatin eşkerekirin, di 4 mehên pêşî de Tirkiyeyê dîsan rekor şikand, bi qasî 7,4ê geşe da. Ser xêrê be. Dema ev hemî rû didin, mixalefet çi dike. Li derve gazinan ji Tirkiyeyê dikin. Dibêje 'Tirkiye ewledar nîn e, neçin.' Yanî bila turîzm bi pêş nekeve. Lê belê ew çiqas dibêje, yên derve hê bêtir têne Tirkiyeyê. Di 4 mehên pêşî yên 2018an de hejmara turîstên ku hatine Tirkiyeyê, li gorî par ji sedî 50 zêde bû. Ey Kiliçdaroglu, tu çiqasî dixwazî bêje, ji xwe li hundir kes ji te bawer nake, li derve jî îdî kes bawer nake, bizane."