Muhammet Kurşun
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
KARS
Namzedê CHPê bo Serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce got: "Emê zimanê resmî hînî 81 milyonî bikin. Emê zimanê li malê tê xeberdan, zimanê dayikê hîn bikin. Emê bi zimanê ku li malê xeber dide perwerde bikin. Bêyî tirs û fikaran."
Înce li Karsê xeber da û der heqê perwerdeya zimanê dayikê nirxandin kirin.
Li ser perwerdeya zimanê dayikê Înce wiha axivî:
"Emê pêşî li hev werin. Yanî cudatî di nav însanan de nayê kirin. Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, çepgir, rastgir, jin, mêr hwd. emê 81 milyonî li hev bînin."
Ewî wiha dewam kir:
"Ez îdî serokkomarê we hemûyan im. Tenê bo komekê nabe. Eger yek be yê herkesî ye. Emê parvekirineke adil bikin. Piştre emê zimanê dayikê, yê ku li malê tê xeberdan hînî zarokan bikin. Em natirsin di vê de. Piştre jî emê zimanekî navneteweyî Ingilîzî, Fransî, Almanî, İtalyanÎ, Rûsî, Japonî û Çînî hîn bikin."