03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ERZURUM
Di meha berfanbara sala 2018an da YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku çav kutaye hizûr û aramiya Tirkiyeyê, naxwaze gel rihet bike û zarok jî di nav da herkesî ji xwe ra dike hedef, derbeyeke mezin xwar.
Di operasyonên hêzên ewlehiyê da ku meha berfanbara borî li hundir û dervayê welêt dijî YPG/PKKya rêxistina terorê hatin lidarxistin da 95 terorîst hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî bi piştevaniya gundparêzan va li hemberî rêxistinên terorê yên çav kutane hizûra welêt xebatên xwe bênavber didomînin.
Hêzên ewlehiyê seranserê salê him bi şev û him jî bi roj li hundir û dervayê welêt li navendên bajêr, dor û berên wan û herêmên kersax jî di nav da li her erdnigariyê dijî rêxistina terorê, digel şert û mercên xerab ên hewayê, li ser çil û çiyayan operasyonên xwe bi hefteyan domandin û di meha berfanbarê da jî derbeyeke mezin li YPG/PKKya rêxistina terorê xistin.
- 95 terorîst hatin berterefkirin
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir di êrîşên ku YPG/PKKya rêxistina terorê di navbera 1 û 31ê Berfanbarê lidar xist da 2 gundparêz şehîd ketin û gundparêzek jî birîndar bû.
Di operasyonên hewayî û bejayî yên mehan wextî li ser rêxistinê hat kirin da jî qaşo berpirsên rêxistinê jî di nav da 95 terorîs hatin berterefkirin.
Di çarçoveya xebatên li dijî rêxistinbûna ciwanî ya PKKya rêxistina terorê da jî li gelek bajaran operasyon hat kirin û ji 340 kesên hatin binçavkirin 80 kes hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê li hundir û dervayê welêt ji bo qirê li rêxistina terorê bînin xebatên xwe bênavber didomînin.
- Terorîstê di kategoriya "Gewr" da teslîm bû
Bi taybetî jî di operasyonên bejayî û hewayî yên ku li çol û çiyayên herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin lidarxistin da ji hêla berterefkirina mensûban û serobinkirina lojîstikê va zirareke mezin gihîşt rêxistinê.
Terorîst A.O. yê yek ji kiryarên êrîşa di sala 2015an da li ser Midûriyeta Ewlehiya Pasînler a navçeya Erziromê hatibû lidarxistin di operasyona ku 4ê Berfanbarê da li bajêr hat lidarxistin da hatibû qefaltin.
Terorîst Adnan Savê ku Wezareta Karên Navxweyî wî di "Kategoriya Gewr" a Lîsteya Yên Ji Ber Terorê Lê Digerin da bi cih kiriye di 23ê Berfanbarê da li Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
Cesedê terorîst Ayhan Kuçukçelebî yê bi navê Harun Kop dihat zanîn ku berpirsê şehîdkirina polês Nazim Tuncer birîndarkirina polêsekî bû û di "Kategoriya Gewr" da cih digirt jî binaxkirî hat dîtin.
Li taxa Veznecîler a Stenbol di 7ê Hezîrana sala 2016an da êrîşa terorê hat lidarxistin û 6 jê polês 12 kes miribûn di çarçoveya doza ku 8 jê girtî 21 bersûc tên darizandin da der barê ji serkêşên PKKyê Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan jî tev bo 12 bersûcan biryara girtinê hat derxistin û ji bo qefaltina wan jî bultena sor hat weşandin.
Hêzên ewlehiyê herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî tev li hundir û dervayê welêt digel şert û mercên zor û zehmet ên çil û çiyanan û hewaya xerab, operasyonên xwe domandin.
Li herêmê bêyî gilî û gazinan hema li ser gumanekê demildest li hemberî navnîşaneke bişik operasyon hat kirin û hêzên ewlehiyê di operasyonên li Tuncelî, Diyarbekir, Erzincan, Erzirom, Agirî, Qers, Hekarî, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Bidlîs û Wan di serî da li çil û çiyayên Tirkiyeyê birin serî da stargeh, baregeh û embarên ji hêla terorîstan va dihatin bikaranîn tespît kir û ji holê rakir.
Digel barîna berfê şert û mercên xerab ên hewayê eskerên Artêşa Tirkiyeyê operasyonên xwe yên li çil û çiyayan bênavber domandin û bûn tirsa nava dilê terorîstan.
Şikeft û stargehên ku terorîstan xwe dispartinê jî ji hêla eskeran va hatin berterefkirin û terorîst ji bo ku hêzên ewlehiyê nede pey rêça wan û qirê li wan neyne niha bi bêtêlan jî qet xebernadin. Bi vê jî dixwazin ku bila esker nikaribe cihên wan tespît bike.
Di demsala havîn û payîzê de hêzên ewlehiyê çav li rêxistina terorê venekir ku bikaribe êrîşeke terorê li dar bixe û havîn û zivistan jî tev hêzên ewlehiyê operasyonên xwe didomînin.
- Ciwan ji PKKê xilas dibin
Bi saya operasyonên serkeftî yên li hemberî PKKya rêxistina terorê hêzên ewlehiyê bi armanca terorîstan qanî bikin û ew jî biçin teslîm bibin gelek hewl didin û ji bo vê jî bi malbatan ra hevdîtin tên kirin.
Li Mûşê ekîbên Fermandariya Cenderme ya Bajarê ji bo ku A.Dyê di 17 saliya xwe da bi xapandinê tevlî PKKya rêxistina terorê bûbû û niha 21 salî bû qanî bikin ku bila teslîmî edaletê bibe bi malbata wî ra axivîn û ji wan xwestin ku bila ewladê xwe qanî bikin.
Malbata wî jî piştî gelek hewl û xebatan xwe gihand ewladê xwe û jê xwestin ku bila teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. A.Dyê bi qasî 4 salan li kampên PKKyê mabû di fersenda ewil da reviya û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.
A.Dyê ku hat eşkerekirin beşdarî tu êrîşeke terorê nebûye jî ji hikmên "poşmaniyê" îstifade kir û hat berdan.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di 23ê berfanbarê da li Kocaeliyê got ku di sala 2018an da 400 terorîst teslîm bûn û ji wan 157 kes bi saya hevdîtinên malbatên wan ra hatibûn kirin qanî bûn.