Haydar Şahin
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
BÎTLÎS
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê Cumalî Bîrolê hosteyê gopalan li ser gopalên ku ji darên gûzê çê dike fîgurê "pişîka Wanê" dineqişîne.
Bîrolê 49 salî yê ku meslegê bav û kalên xwe didomîne di atolyeya xwe ya 70 qeremêtreyî da kopalên cuda çêdike û difroşe.
Bîrol şeveqê zû tê atolyeya xwe û hetanî êvarê êge, zimpare û rinde ji destê wî nakevin. Bîrol ji alîyek va sitranên herêma Bidlîsê dibêje ji aliyê din va jî gopalên li ser wan neqşên pişîka Wanê hene çêdike.
Gopalên ku Bîrol bi kedeke mezin çêdike li nav û dervayê welêt eleqeyeke mezin dibînin.
- "Bihayê wan kêmzêde hezar û 500 lire ye"
Bîrol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo domandina çêkirina gopalan gelek xebat kirin.
Bîrol got ku li ser gopalan fîgurên wekî pişîka Wanê, qertel, mar û masiyan li ser gopalan dineqişîne û wiha pê da çû: "Fîgura sereke ya pişîka Wanê ye. Di fuar û organîzasyonan da herî zêde ev derdikeve pêş. Kîjan gopal zêde werin firotin ez giraniya xwe didim ser wan. Em ê mîrata xwe ya çandî bidomînin."
Bîrol diyar kir ku bi saya kopalan hem bal kişandin ser pişîka Wanê hem jî hewzeya Behra Wanê dan nasîn.
Bîrol destîşan kir ku gopalên bi figura pişîka Wanê ji parçeyekî dara gûzê çêdike, ciyê destan jî pirî caran ji qorçê beranan çêdike û wiha pê da çû: "Ez bi hacetan figûra pişîka Wanê li ser gopalan dineqişînim. Min motîfên Selçûqiyan jî li ser gopalan neqişandin. Bihayê wan kêmzêde hezar û 500 lire ye."