Türkan Tosun
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Vedat Borayê di 3yê 2008an da li Diyarbekirê di êrîşa terorê da birîndar bûbû guh neda tu tiştî, piştî tedawî bû perwerdeya xwe domand û bû hekîm.
PKKya rêxistina terorê di 3yê 2008an da li Yenîşehira navçeya Diyarbekirê li ber dersxaneyekê êrîşeke bibombe kiribû. Xwendekarên bi navê Diyar Eren Şahîn Eronat, Salih Ekîncî, Melek Îpek, Ridvan Suer, Ferhat Mutlu û Engîn Taşkin û kesekî bi navê Cengiz Kaya di wê êrîşê da mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Vedat Borayê xwendekarê pola 8an jî di wê êrîşê da giran birîndar bû, 6 rojan bi awayekî hay ji xwe tune di nexweşxaneyê ma û paşê çavên xwe vekirin.
Ji ber birinên wî yên giran ew 43 rojan di nexweşxaneyê da ma û paşê derket, xwendina xwe domand.
Bora li rikê terorê ra xwend, ji Fakulteya Hekîmtiya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mezun bû û niha tayîna wî derketiye Şirnexê.
Bora behsa êrîşê, wan rojên ku di nexweşxaneyê da ma û xwendina xwe ji nûçegihanê AAyê ra kir.
- "Bi destên xwe yên birîndar va me qelem girt"
Bora got dema ew li ber dersxaneyê bûne bombe hatiye teqandin, wî çavên xwe li nexweşxaneyê vekiriye û wiha dewam kir: "Dema min li neynikê nihêrî min got xwezî min nedîta. Lê wê demê derdê min tenê ew bû ku ez bijîm. Hevalên min ji bo ezmûnê dixebitîn, lê min jî di nav nivînan da hewl dida ku ez bijîm. Piştî 43 rojan ez derketim. Min dizanibû ku divê ez dev ji tiştekî bernedim. Bi piştgiriya mekteba me, mamosteyên min ên dersxaneyê û malbata min ez gelekî xebitîm û min puanekî baş hilda. Ji rikê ra me xwend. Bi destên xwe yên birîndar va me qelem girt, me guh neda birînên û êşên xwe. Li hember yên hewl dan ku ez dev jê berdim min zêdetir cehd kir û ez bûm hekîm."
- "Min nikaribû jê ra behsa bombe, mirin û terorê bikira"
Bora anî ziman ew niha pir kêfxweş e ku ewê li Şirnexê wezîfeyê bike û wiha dewam kir: "Min salekê wêne neda kişandin. Xwîşka min a niha 10 salî ye der barê êrîşê da qet tiştekî nizane, lewra me behsa vê bûyerê jê ra nekir. Dema pirsa şûna birînên min dikir min jê ra digot ez li erdê ketime. Min nikaribû jê ra behsa bombe, mirin û terorê bikira."
- "Rûyê rastîn ê terorê ev e"
Bora got hê jî dema ew ji cihê ku êrîş lê bûye derbas dibe ew roj tê bîra wî û wiha axivî: "Em tenê ne mexdûrên terorê ne. Dergûş, zarok û jin jî mirin. Rûyê rastîn ê terorê ev e. Teror ji ber ku qêmîşî mirovên bêsûc û bêguneh dike teror e. Li hember tiştên li me hatin kirin emê tîk bisekinin. Ewê dev jê berdin, lê emê dev jê bernedin, emê ji wan ra dinyayê teng bikin. Rojên baş li hêviya me ne, ez ji vê bawer dikim. Rojekê emê ji vê pirsgirêkê xilas bibin û Tirkiye wê bigihêje cihê ku heq dike. Em behsa aştiyê û evînê bikin, li hember her tiştê ku behsa tundî û şer dikin bisekinin."