Ekip
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê got: "Endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiyeyê polîtikayeke dewletê ya fermî ye. Bila kes nekeve şikê û di vî warî da daxwaza me dewam dike. Ji serî heta niha, him di pêvajoya endamtiya namzediyê de û him jî endamtiya eslî de me wezîfeya xwe anî cih û hê jî em tînine cih. Me wezîfeya xwe kir. Sedema derengketinê Yekîtiya Ewropayê ye. Me jî got ev reformê standartên demokratîk û aboriya welatiyên me wê bilind bike. Ji ber vê jî me nekir mesele. Lê Yekîtiya Ewropayê sozên dane me pêk neanîn û di ser da jî hê em sûcdar kirin. Bi rastî ev îthamên wan me aciz dikin."
Serokomar Erdogan, di civîna Serokên Bajaran ên AK Partiyê de li Enqereyê axivî.
Serkomar Erdogan di destpêkê de rexne li muxalefeta sereke girt û wiha axivî:
"Hûn niha bala xwe didin zimanê muxalefeta sereke û dibînin ku zimanê wê û yê rêxistina terorê yek e. Helwesta wan yek e. Ma qet miletê min tê xapandin? Bi îzna Xwedê ew ê nexape û neyê xapandin. Bi hemî gavên xwe yên ku diavêjin, helwest, kirîn û polîtîkayên ku birêve dibin nîşan didin ku sefê wan û rêxistina terorê yek e, em nikarin welatê xwe biterikînin û bikin nav destê vê hişmendiyê."
Li ser heman mijarê wiha dewam kir:
"Bêsiûdiya herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku xwediyê muxalefeteke sereke ya bêplan, bêproje, bêrih, bênirx û ewqas jî bi azwer e. Partiya muxalefeta sereke şûna ku dilê miletê me xweş bike û bibe îqtidar radibe ji bo bibe îqtidar di şexsê min û AK Partiyê da zirar dide Tirkiyeyê. Zimanê muxalefeteka asayî nîne, wekî zimanê rêxistina terorê ye."
Der barê krîza Arakanê de jî Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir:
"Ya rastî em jî dizanin ku di bingeha pirsgirêka li Arakanê da sedemên tevlihev, demdirêj hene û ji bo hin hesaban her tim tê xurandin. Eleqeya piraniya dîmen û wêneyên ku di medyaya civakî da tên parevekirin bi Arakanê ra tune. Dibê em vê bizanibin. Hinek ji van dîmenan di bûyerên Geziyê û çalakiyên çalan a rêxistina terorê da jî hatibûn bikaranîn."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan, ceribandina moşekê ya Koreya Bakur jî wiha şirove kir:
"Di şerekî wiha de ne tenê herdu alî wê hemû mirovahî zirarê bibîne. Ez bangî Koreya Bakur dikim, bila bilez dev ji van çalakiyan berde.
Ez dixwazim diyar bikim ku em ji nêz va û bi fikar li rageşiya, ji ber ceribandina moşekê ya Koreya Bakur derket, teqîb dikin. Em hêvî dikin ku ev qeyrana Japonya û Koreya Başura dostên me eleqedar dike, di demeke kurt da bê çareserkirin. Eşkere ye ku tu kêra şer û pevçûnên li ser çekên qirkirinê tên kirin, tuneye. Kesên ku ji me ra bi pêşniyaz dibêjin 'Binihêre hûn tu carî çekên qirqirinê çênekin' kî ne? Kesên di destê wan da çekên qirqirinê yên herî xurt hene ji me ra dibêjin 'Tu carî ha' temam lê yên di destê we da wê çawa bibin?"
Erdogan, ji bo rEndamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî wiha agahî da:
"Ji bo Tirkiyeyê polîtikayeke dewletê ya fermî ye. Bila kes nekeve şikê û di vî warî da daxwaza me dewam dike. Ji serî heta niha, him di pêvajoya endamtiya namzediyê de û him jî endamtiya eslî de me wezîfeya xwe anî cih û hê jî em tînine cih. Me wezîfeya xwe kir. Sedema derengketinê Yekîtiya Ewropayê ye. Me jî got ev reformê standartên demokratîk û aboriya welatiyên me wê bilind bike. Ji ber vê jî me nekir mesele. Lê Yekîtiya Ewropayê sozên dane me pêk neanîn û di ser da jî hê em sûcdar kirin. Bi rastî ev îthamên wan me aciz dikin."
Der barê xwenûkirina AK Partiyê de jî wiha axivî:
"Divê em hê zêde bixebitin û kadroyên herî baş wezîfedar bikin. Divê piştgiriya ku gelê me dide me bi proje û îcraetan hê zêdetir bikin. Ez vê tiştê tenê ji bo partiya xwe nabêjim. Ez vê ji bo teknokrat, burokrat û wezîrên xwe jî dibêjim. Kesên ku li gorî me hereket nekin em ê wan daynin rexê rê. Ji ber vê bi biryariya wezîrên me gelekî girîng e. Eger astengiyan derbixin, em ê wan jî daynin rexê rê. Heke beredayî hereket bikin, gendeliyê bikin em ê wan jî daynin rexê rê. Em mecbur in di van meseleyan de bi baldarî hereket bikin."