06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
MOSKOVA/ANKARA
Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku rêxistina terorî PKK/PYD ji Tel Rifeta Helebê vekişiya û hêsên rejima Esed li wir bicih bûn.
Serokê Daîreya Herekata Esasî ya Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Rudskoy, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku PKK/PYDê qanih kirine ku Tel Rifetê terk bikin.
Rudskoy, got hêzên rejima Esed li deverên ji PYDê vala bûnê hatine bicihkirin û ji bo di navbera muxalifan û rejimê de şer çênebe polêsê Rûsyayê li wir hatiye bicihkirin.
General Rudskoy, anî ziman ku esker û polêsên Rûsyayê li 2 navendên kontrolê û 4 nuqteyên çavdêriyê kar dikin.