Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2018
ÎZMIR
Tacettîn Bayirê Parlementerê Îzmirê yê CHPyê ji bo daxwazên kongreya derasayî yên di nav partiyê da got, "Beriya hilbijartinên herêmî xwestina kongreya derasayî ew ê zirarê bide encamên hilbijartinê û li gor min ev serhildan e."
Bayir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku CHP partiyeke sazîbûyî ye, bi tenê hin saziyên partiyê dikarin biryara kongreya derasayî bidin.
- "Tevgera serhildanê"
Bayir bal kişand ku Muharrem Înce dema bû namzedê serokomariyê got ku "ew ê nebe namzedê seroktiya partiyê" lêbelê îro li ser vê nîqaş derdikevin û wiha pê da çû:
"Heke di partiyê da guherînek lazim bike saziyên partiyê ew ê piştî hilbijartina herêmî ya ku 9 meh şûnda were kirin rûnin û biryara xwe bidin. Beriya hilbijartinên herêmî xwestina kongreya derasayî tevgera serhildanê ya ku ew ê zirarê bide encamên hilbijartinê ye. Ez vê wekî rast nabînim, hin kes ew ê bixeyîdin û 4 mehên wê ji destê me herin."
Bayir diyar kir ku di CHPyê da pirsgirêka serokê giştî tune lêbelê dibê alîkarên wî ji kesên ku ji qadê hatine pêk werin.
Parlementer Bayir got kêm kes guherînê dixwazin û wiha axivî: "Van kesan bi salan ray dan CHPyê. Lêbelê delegeyên kongreyê nînin, bi tenê bawer dikin ku serokê giştî biguhere ew ê bibin îqtidar. Ez 36 sal e siyasetê dikim, min 8 serokên giştî dîtin. Di nav 36 salan da min nedît ku bi guherîna serokê giştî va partî bûye îqtidar."
Bayir destnîşan kir ku daxuyaniya Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Azîz Kocaoglu baş nîne û wiha axivî:
"Dibê şaredar partiyê rêva nebin. Li gor fikra min a şexsî dibe ku hesabê rêveberiya wî ya herêmî hebe. Ev 3 heyam e heman karî dimeşîne, dibe ku dibêje navenda giştî ew ê ji bo cara 4an firsendê nede wî. Dibê rêzê nîşan bidin. Ya rastî ji bo her kesî fînala vî karî heye."