Fatih Gazioğlu
05 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê bi qasî 5 û 7 pileyan zêde bibe.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan li seranserê herêmê wê hewa sayî û kêm ewrayî be û piştî nîvro dibe car caran baran bibare.
Germahiya hewayê li gor demsalê wê di navbera 5 û 7 pileyan da zêde be û tê payîn ku ji aliyê rojhilat û bakur va bayekî sivik bê û car caran jî tesîra xwe zêde bike.
Bi şev germahiya herî kêm li Qersê 14, Erdexanê û Erziromê 16, Agiriyê 15, Tunceliyê 19, Erzinganê 20 û Îdirê jî 23 pile hat pîvandin.
Di nav rojê da jî germahiya herî zêde ya ku tê payîn jî li Îdirê 38, Tunceliyê 37, Erzingan û Agiriyê 34, Erziromê 32, Qersê 30 û Erdexanê jî wê 29 pile be.
Rayedaran ragihand ku li herêmê li gor demsalê wê du rojan germahî zêde be. Rayedaran ji bo zarok, nexweş, kal û pîran hişyarî da ku tav li serê wan nexe bila ew di navbera saet 11.00 û 16.00an dr zêde li derva nesekinin.