ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Di biryarnameya dawîn da ku sibê bê weşandin ji bo dema rewşa derasayî rabe di şerê dijî terorê da kêmasî çênebe hin guherînên pêwîst hene."
Yildirim li Maseya Edîtoran ya Taybet ya Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê da bersivand.
Bînalî Yildirim destnîşan kir ku hilbijartin qediya û dema debarê dest pê kir û got veberdêr wê veberhênanên xwe û yên derdikevin betlaneyê jî wê planên xwe çêbikin, lewra heyat dewam dike.
Yildirim destnîşan kir ku di hilbijartina dawîn da li gor 1ê Mijdarê dengên AK Partiyê kêm bûne û got ev peyamek e ji me ra û me ev peyam wergirt.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di xebatên kontrol û qanûnçêkirinê da wê Meclis çalaktir bibe û got di serdema nû da ehemmiyeta Meclisê zêdetir dibe.
Bînalî Yildirim bal kişand ser hilbijartinê û destnîşan kir ku namzedên li hemberî wan ji retorîkê û gotinan wêdetir tiştekî bikêrhatî nekirin û wiha peyivî: "Di paşxaneya wan da tecrube tuneye. Karek jî tuneye. Welatiyan ev nirxandin. Welatî çima dinirxînin, lewra biryara ku dê bide pêşeroja wî eleqedar dike. Xulase, encama van li holê ye. Bi ferqeke zêde, di navbera me û namzedê herî nêzîk da 11 milyon ferq heye. Ev pêvajo wisa temam bû."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di hilbijartinê da dijberiya Erdogan hat kirin û wiha axivî: "Me nedixwest ku ev hilbijartin di navbera îtifaqan da bibe sedema dijberiyeke wiha. Dawiya dawî wê serokomar û parlamanter bên hilbijartin. Di encamê da îtifaqa dijber li derekê hatin bal hev. Li ser namzedek li hev nekirin û tenê di mijarekê da li hev kirin. Digotin bila Recep Tayyîp Erdogan nebe çi dibe bila bibe."
Yildirim der barê encamên hilbijartinê da diyar kir ku rayên me yê ku kêm bûne ji şirîkê wan ra çûne û rayên şirîkê wan jî çûne partiyeke din û wiha got: "Dawiya dawî her kes ji halê xwe xweş e. Rewşa parlamentoyê jî bi vî halê xwe tu pirsgirêk dernakeve. Rewşeke ku AK Partî di nav da nebe nikare encamekê bi dest bixe."
Serokwezîr Yildirim balê kişand ser pergala nû û der barê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da wiha peyivî: "Ji xeynî qanûna budçeyê rayeya hikûmetê tuneye ku qanûnekê bîne Meclisê. Ev çi nîşan dide? Meclis ji bona derxistina qanûnan hêzdar û desthilatdar e."
Bînalî Yildirim xeberdana xwe ya der barê Pergala Hikûmeta Serokomariyê da wiha berdewam kir: "Piştî ku 15ê Tîrmehê qewimî qinaet di civakê û me da çêbû ku divê ev mesele ji kokê va bê çareserkirin û vegera ji vê rêyê tuneye."
Yildirim ji bona Serokatiya Meclisê diyar kir ku biryar di destê wî da nîne û got pêşeng, serokê me yê giştî û partî çi biryarê bide em bi cî tînin.
Bînalî Yildirim diyar kir ku Tirkiye di navbera 1924-2002an da ji sedî 4,7 mezin bû û di navbera 2003-2017an da jî 5,6 mezin bû wiha dewam kir: "Maneya vê çi ye hûn dizanin? Eger Tirkiye ji 1924an heta niha 5,7 mezin bûba niha bi 2,3 trilyon dolarî aboriya herî mezin a 7emîn bû di dinyayê da, piştî Fransayê dihat. Niha em di rêza 17emîn da ne."
Yildirim li ser pirsa der barê xebata bi Recep Tayyîp Erdogan ra diyar kir ku xebata digel Serokomarê me tiştekî bikêf e û wiha dewam kir: "Serokomar ji rehetiyê hez nake û ji yên dixwazin rehet bin jî hez nake. Rehetiyê nade xwe û yên li derdora xwe. Terza wî wiha ye. Kesên hîn nebûne nikarin di vê rêyê da bimeşin. Ev ji ber çi derdikeve? Ji ber ku girîngiyê dide meseleyên welêt wiha dibe."
Bînalî Yildirim li ser sîstema Serokatiyê diyar kir ev ji derbeya 1950 vir va tê nîqaşkirin û got hemû lîderan jî di sozên hilbijartinê da guherandina vê sîstemê di bernameyên xwe da bi cih kiriye.
Yildirim li ser nîqaşên di nav CHPyê da destnîşan kir ku Muharrem (Înce) Beg di hilbijartinê da ji partiya xwe zêdetir deng wergirtin û got loma jî dixwaze vê bigihîne encamê û helbet mafdar e.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku ji niha pê da lazim e bi vê krediya ku millet daye me em pirsgirêkên li ber welatê xwe çareser bikin û wiha peyivî: "24ê Hezîranê di heman demê da sepandina 16ê Nîsanê ye. Welatiyên me gotin ku 'Em tişta ku qebûl dikin bi cî tînin.' Lê namzedên me yên mixalefetê Xwedê emrê wan dirêj bike li hember derketin û 16ê Nîsanê qebûl nekirin. Derketin û gotin 'Em ê biguherînin û vegerên pergala berê.' Lê ev li zora welatiyan çû."
Bînalî Yildirim bal kişand ser pêşketina Tirkiyeyê û destnîşan kir divê Tirkiye di warê veberhênan, îxracat û îstixdamê da pêşketina xwe berdewam bike û wiha axivî: "Em ê modelên çêke-bixebitîne-dewir bike û çavkaniya derveyî zêdetir bikin. Em ê qismê ji van zêde ma jî ji bo projeyên civakî bikar bînin."
Yildirim balê kişand ser mijara faîzan û got daxistina faîzê û kêmkirina enflasyonê ewlehiyetên me ne û ji bo vê dê tevdîr bêne girtin û wiha berdewam kir: "Di heyama hikûmeta nû da em ê reformên bingehîn berdewam bikin. Di ciyê projeyên bêkêr da em ê projeyên girîng tercih bikin. Kamu wê di nav xwe da teserufê bike. Bi vî awayî wê pêwistiya çavkaniyê jî kêm bibe."
Bînalî Yildirim diyar kir ku divê teror li ku derê be em li wir berteref bikin û got ji Behra Sipî heta rojavayê Feratê me qadeke 400 kîlomêtroqereyî çareser kir.
Yildirim destnîşan kir ku têkoşîna li dijî terorê ne girêdayî hilbijartinê ye û got fikreke wisa neheqiyeke mezin e li vî welatî û ev mijara mayîndebûna Tirkiyê ye.
Serokwezîr Yildirim balê kişand ser operasyonên ku tên meşandin û wiha peyivî: "Em niha li terefê Iraqê li qadeke 350 kîlomêtroqereyî, ji sînorê Îranê heta Xebûrê tevî Qendîlê em li qadê çalak in."
Yildirim der barê mijara Minbicê da wiha got: "Em li Minbicê bi Amerîkayê ra dixebitin. Lê em bi eşkereyî ji Amerîkayê ra dibêjin ku em li rojhilatê Feratê jî tehdîdê naxwazin."
Bînalî Yildirim diyar kir ku darizandina kesên rasterast tevlî derbeyê bûne bi piranî temam bûye û got bawer dikim ku heta dawiya salê wê temam bibin û wiha dewam kir: "(FETO) Terefê bêbextî û ticaretê ne tê da gunehê yên li terefê îbadetê di vî karî da tuneye. Divê ev ji hev bên cihêkirin."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di mucadeleya dijî FETOyê da ji bo mexdûriyet bên telafîkirin dê xebat bên kirin.
Yildirim der barê FETOyê da destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiyeyê, li 160 welatî dixebitin.
Bînalî Yildirim balê kişand ser asayîkirina têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê û wiha dewam kir: "Ji bo normalîzebûna têkiliyên digel Amerîkayê û herdu welat wek du muttefiqên NATOyê tevbigerin lazim e Amerîka jî gavan biavêje.
Yildirim balê kişand ser serdana ku wê Erdogan li Brukselê bike û wiha got: "Serokomarê me 12-13ê Tîrmehê diçe Brukselê û di civînan da wê mijara FETOyê, daxwazên Amerîkayê û hemû mijar bên gotûbêjkirin."
Bînalî Yildirim diyar kir ku Fransayê 719 rojan bi rewşa neasayî hat rêvebirin û wiha got: "Li ser çi? Piştî êrişeke terorî. Derbe yan serîhildan çênebûbû."
Serokwezîr Yildirim der barê rewşa derasayî da diyar kir ku kabîneya nû roja duşemê tê eşkerekirin û got wê rewşa derasayî biqede.
Bînalî Yildirim diyar kir ku 44 serokwezîr ezimandine û ji 178 welatan di asta wezîran da pêşwazî kirine û got me ziyareta 29 welatan jî kiriye.
Yildirim diyar kir ku sibê wê biryarnameya dawîn bê weşandin û wiha axivî: "Di biryarnameya dawîn da ku sibê bê weşandin ji bo dema rewşa derasayî rabe di şerê dijî terorê da kêmasî çênebe hin guherînên pêwîst hene."
Bînalî Yildirim li ser pirsa ji bona eskeriya biberdêl diyar kir ku wê hikûmeta nû bê eşkerekirin û mijareke ku di rojevê da jî ev e.
Serokwezîr Yildirim li ser sîstema eskeriyê jî axivî û wiha got: "Çareseriya were dîtin divê berfireh û çareseriyeke binyadî be. Divê mayînde be. Ew dest pê kir. Bi taybet salên borî dest pê kir û piştî 15ê Tîrmehê bilez bû. Ji wî aliyî va kêmasiya ewlehiyê û berevaniyê çênabe."
Yildirim li ser pirsa der barê hilbijartinên herêmî da wiha axivî: "Ev hilbijartina herêmî dê were kirin, eger partî li Parlamentoyê li hev bikin, hilbijartina bê dikare mijdara 2023an be."
Bînalî Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da li ser pirsa der barê îstismara zarokan û tedayiya li heywanan tê kirin da wiha got: "Heke mijar û naverokê wê li gor biryarnameya dawîn be em ê di wê da binirxînin."
news_share_descriptionsubscription_contact
