Türkan Tosun
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
KERKÛK
Walîtiya Kerkûka Iraqê piştî ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi avahiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) va hat daliqandin û rageşî çêbû ji hikûmeta navend a Iraqê alîkarî xwest.
Berpirsyarê Çapemeniya Walîtiya Kerkûkê Mêrvan el-Anî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Walî Raqan Seîd ji Bexdayê hêzên alîkar xwestiye.
Anî got polês ewlehiya navenda Kerkûkê diparêzin, lê ew dixwazin yekîneyên artêşê jî li Kerkûkê wezîfeyê bikin û wiha dewam kir: "Divê hêzên artêşa Iraqê li Kerkûkê bi cih bibin. Li hember van geşedanan dibe ku hêza polêsan têre neke."
Anî daxuyand li Kerkûkê îstiqrar û aştî dewam dike lê hin partiyên siyasî bi gavên dijî qanûnê davêjin û hewl didin ev îstiqrar xirab bibe.
Anî xwest hikûmeta navend a Iraqê divê mudaxaleya bûyerên li Kerkûkê bike.
- "HKIyê divê ji 16ê Cotmehê ders bigirta"
Di vê navberê da Berpirsyarê Herêma Bakur a Tugayên Bedirê Mihemed Mehdî jî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew geşedanên li Kerkûkê ji nêz va dişopînin û wiha got: "Herêma Kurdistana Iraqê divê ji 16ê Cotmehê ders bigirta."
Mehdî got heqê tu kesî tune ku rewşa herêmên di bin kontola hikûmeta Iraqê da ne xirab bikin.
Mehdî anî ziman siyasetmedarên Kurd divê bi Tirkmen û Ereban ra li hev bikin û ji gavên dibin sedema rageşiyê dûr bisekinin.
- Daliqandina alayan yên bi avahiyên HKIyê va
Li Kerkûka bajarê Iraqê piştî salekê duh şev alayên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi avahiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) va hatin daliqandin
YNKyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daliqandina alayan parve kir û got heqê wan heye ku ew alayan daliqînin.
Piştî daliqandina alayan hêzên ewlehiyê alayên li ser kuçe û kolanan berhev kirin, lê dest nedan li ser alayên ku bi avahiyên YNKyê va hatine daliqandin.
- Mijara Kerkûkê û alaya HKIyê
Dema şerê DEAŞê dest pê kiribû artêşa Iraqê ji Kerkûkê vekişiyabû. Di 16ê Hezîrana 2014an da pêşmerge ketibûn Kerkûkê û cihê artêşê tije kiribûn. Kerkûk 3 salan di destê HKIyê da mabû.
Di Adara 2017an da dema newroz hatibû pîrozkirin, li Keleha Kerkûkê alaya HKIyê hatibû daliqandin û ferman hatibû dayîn ku li hemû saziyên fermî ala bên daliqandin.
Ereb û Tirkmenan bertek nîşanî vê dabûn û Meclisa Iraqê jî gotibû ala divê neyên daliqandin. Qeyrana alayê bi vî hawî dest pê kiribû.
Li ser bangewaziya Serokê HKIyê yê berê Mesût Barzanî di îlona 2017an da referanduma serxwebûnê ya nemeşrû hatibû kirin.
Piştî referandumê hêzên hevpar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê Cotmeha 2017an da operasyona eskerî kiribû û Kerkûk bi temamî ketibû kontrola Bexdayê û Pêşmerge jî bêyî ku şer bikin vekişiyabûn HKIyê.