23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê di operasyona "Bayrak-56 Cendirmeyê Pispor ê Şehîd Gokhan Bayram" de, sitargeheke bi 2 ode hat dîtin.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çol û bestên bakurê navçeyê ji bo ku terorîstên li çolê berteref bikin, sitargeh, baregeh, depo û kozikên balafirşikênan îmhe bikin, amûrên jiyanê bi dest bixin, hevkarên terorîstan derdest bikin, di 20ê tîrmehê da operasyon dabûn destpêkirin. Operasyona "Bayrak-56 Cendirmeyê Pispor ê Şehîd Gokhan Bayram" duh bi şev biserkeftî temam bû.
Cendirmeyan li devê çem sitargeheke ji 2 ode, mitbax û cihê ku melzemeyan datînin pêk tê tespît kir.
Li ser fermana dozgeriya Komarê cendirmeyan vê sitargehê û şikeftan îmhe kirin.
Di operasyonê de der barê 77 kesan de lêpirsîn hat kirin. Ji 4 kesan re ji ber ku qaçaxên leşkeriyê bûn teblîxat hat kirin û ew serbest hatin berdan.
Di operasyonê de wesayîteke ku di 30yê hezîranê de ji hêla teroristan va hatibû zeftkirin jî hat dîtin. 1,2 ton amonyum nîtrat, 2 çenteyên pişta, 25 bombeyên destan,9 bêtêlên mezin, 6 bêtêl, 150 funye, cil û berg, 17 betaniye, 20 mêtro branda, 10 tupên mezin, 500 pîl, 15 kîlo savar, 20 kîlo birinc, 250 pirtukên rêxistinî, 23 hezar kirkirk û 250 kîlo esrara toz hat bidestxistin.