23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
VAN
Midûrê Behrewaniya Enzarê û Serokê Jûra Bazirganiya Behrê ya Wanê Nevzat Aydin ku li Edremîta navçeya Wanê li tersaneyê tekneyan çêdike û difiroşe parêzgehên cuda cuda, niha jî dixwaze tekneyan bifiroşe welatên li rexê Behra Xezerê.
Aydin di 2011an da li Navenda Geşepêdana Şixul (NGŞ) tersaneyek kirê kir û dest bi xebatan kir. Aydin di nava 6 salan da 24 tekne çêkirin.
Aydin, tekneyên ku dirêjiya wan di navbera 5-24 mêtro, bihayê wan jî 6-400 hezar lîreyî da diguhere, firot parêzgehên cuda cuda yên Tirkiyeyê. Aydin aniha jî dixwaze karê xwe bêtir pêşda bibe û tekneyên çêdike, bifiroşe welatên li rexê Behra Xezerê.
Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku pêşiyê wî ji bo ku waniyan li ser Gola Wanê bide gerandin, tersane ava kir û wiha pê da çû:
"Pêşiyê me xwest ku însanên me golê bibînin û ser golê bigerin. Ji bo vê yekê jî me tekneyên piçûk û ekonomîk çêkirin. Dû ra me bere bere tekneyên sac û fîber ên li gorî her cure butçeyî çêkirin. Vêga em li Tirkiyeyê tekneyên sac ên herî erzan çêdikin. Me ji sedî 40ê hedefa xwe pêk anî. Lêbelê ji bo ku em xeyalên xwe tevda pêk bînin, em bez û ajneya xwe didomînin."
- "Em dixwazin berê xwe bidin Behra Xezerê"
Aydin bal kişand ku ligel Wanê, ew tekneyan difiroşin parêzgehên mîna Edene, Şanliurfa, Elazig, Samsûn, Artvîn û Mêrsînê jî.
Aydin diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku tekneyan bifiroşin dervayî welat û wiha pê da çû:
"Em dixwazin berê xwe bidin Behra Xezerê. Behra Xezerê ji bo me xwedan potansiyeleke pir mezin e. Ji ber ku ew ne golek e. Ew, behr e û li rexê qeraxê wê welat hene. Emê di wextekî nêzîk da ligel kordîneya Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Wanê û Wezareta Gumrik û Bazirganiyê, projeyekê bidin destpêkirin. Li Behra Xezerê em dixwazin xwe di warê masîvaniyê da jî nîşan bidin. Heger ev armanca me pêk were, ligel firotana tekneyan, sektora ekîpman û perçeyê pêvek jî wê geş be."