23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin, 4 terorîstên ku ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn, li Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, 4 terorîstên ku ji qadên sitarbûnê yên li bakurê Iraqê revîn, duh li Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li Gurpinara navçeya Wanê di operasyonê da wesaîta bombebarkirî ya dihat plankirin ku di êrişa terorê da were teqandin, hat bidestxistin. Hêzên ewlehiyê wesayît îmha kir.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di lêgerîna rê da 7 teqemeniyên destçêkirî hatin tesbîtkirin û hatin bêtesîrkirin.
Li Pulumura navçeya Tunceliyê jî di lêgerîna li ser rê da di nav 15 bîdonan da 375 kîlo amonyum nîtrat hat îmhakirin.