Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
RIYAD
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş di çarçoveya seredana xwe Erebistana Siûdî da li paytext Riyadê ligel Sermiftî Salih Ebdulezîz El Şêx rûnişt.
Erbaş û heyeta pê ra li paytext Riyadê li meqamê Sermiftiyê Erbistana Sûidî El Şêx bi amadebûna çapemeniyê hevdîtinek pêk anî.
Erbaş bal kişand ku Tirkiye û Erebistana Siûdî sedan sal in xizmeta Îslamê û ya Misilmanan dikin û herwiha wekî alimên dîn ên herdu welatan divê bi hev bişiwêrin û bi taybetî jî di mijara perwedeya dîn da hevkariyê bikin û wiha dewam kir:
"Em birayên hev ên mumîn in. Gelek kêşeyên alema Îslamê hene. Ji bo çareserkirina wan jî divê em têgihîştina dînê sehîh belav bikin. Berê netewperestî kirin nava me û niha jî dixwazin ji ser mezhebhebaniyê fitneyê bixin nava me. Ji ber vê qasê divê em hişyar bin."
Erbaş bal kişand ku welatiyên Tirkiyeyê tewecuheke cidî nîşanî xaka pîroz dikin û wiha dewam kir, "2 milyon û 120 hezar Misilmanên welatiyên Tirk ji bo îbadeta Hecê serî li Seroktiya Karûbarên Diyanetê dan. Ji van em bi tenê dikarin 80 hezarî bi rêbaza qureyê bişînin. Ji Tirkiyeyê salê hejmara kesên ku diçin umreyê jî ji 500 hezarî zêdetir e."
Sermiftî El Şêx jî diyar kir ku ew bi rastî jî ji ziyareta heyeta Tirk razî ne û wiha got, "Peywendiyên herdu welatan roj bi roj pêşda diçe. Delîla wê jî ew e ku hejmara welatiyên Erebistana Siûdî yên ku diçin Tirkiyeyê zêde bûye û dibe."