14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li ser têlefonê ya digel Antonio Guterres ku sond xwar û dest bi Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da behsa wê girîngiyê kir ku divê li hemberî qewimînên li Helebê, Neteweyên Yekbûyî dest bi xebatan bike. Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku ew li bendê ne Lijneya Giştî ya NYyê li ser mijarê derasayî bicive.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, Erdogan bi têlefonê li Guterresê ku nû sond xwar û dest bi Sekreteriya Giştî ya NYyê kir, geriya û ji ber wezîfeya wî ya nû, ew pîroz kir.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li ser têlefonê da hem ji Guterres ra serkeftin xwast û hem jî behsa drama însanên li Helebê kir, bal kişand ser wehşeta rejima Şamê û piştevanên wê ya li Helebê û diyar kir ku divê rewşa bajêr teqez were hêsakirin.
Erdogan got ku Tirkiye jî li ser vê babetê hûr dibe û di vê çarçoveyê da rêkeftina agirbesteke sînorkirî çêbû.
Herwiha Serokomar Erdogan bal kişand ser wê girîngiyê ku divê li hemberî qewimînên li Helebê, Neteweyên Yekbûyî bilive. Erdogan got ku ew li bendê ne Lijneya Giştî ya NYyê li ser mijarê derasayî bicive.