Türkan Tosun
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serdozgerê Erebistana Siûdî Siûd Muceb ji bo ku bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan ra hevdîtinê bike hat edliyeyê û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan ra axivî.
Muceb û heyeta bi wî ra hatin Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê û ji deriyê protokolê ra derbasî hundir bûn.
Muceb û heyeta pê ra li meqamê Serdozgeriyê bi Îrfan Fîdan ra hevdîtin kirin.
Hevdîtina wan ji çapemeniyê ra girtî qasî saetek û 15 deqîqe dewam kir.
Piştî hevdîtinê Muceb û heyeta pê ra ji adliyeyê derketin.
Di hevdîtinê da dozgerê lêpirsînê dimeşîne û Sercigirdozger jî amade bûn.