Spor

Real Madridê kupaya xwe wergirt

Real Madrida ku di Lîga Şampiyonan UEFAyê da gihîşt mirazê xwe, bi merasimê va kupaya xwe wergirt

Önder Beyter  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Real Madridê kupaya xwe wergirt

Ankara

ANKARA

Tîma Îspanyayê Real Madrida ku di fînala Lîga Şampiyonan UEFAyê da tîma Îngiltereyê Liverpool 3-1 têk bir û gihîşt mirazê xwe, kupaya xwe bi merasima ku piştî pêşbirkê hat lidarxistin va wergirt.

Fitbolîstên Real Madrida ku di milmilaneya li Yarîgeha Olîmpiyatê ya li Kieva paytextê Ukraynayê Liverpool têk bir û ser hev ji bo cara 3yemîn, bi tevahî jî ji bo cara 13emîn bû şampiyon, piştî maçê pir şad û kêfxweş bûn.

Di ahenga kupayê ya li nava yarîgehê da pêşiyê madalyon dan hekeman, dû ra jî madalyon bi lîstikvanên fînalîst ên tîma Liverpoolê û heyeta wê ya teknîk va kirin.

Lîstikvanê Real Madridê yê Galî Gareth Bale ku bi herdu golên xwe va bû serkarê milmilaneya fînalê, wekî mirovê maçê hat hilbijartin.

Dû ra madalyonên fitbolîstên Real Madridê û heyeta wê ya teknîk danê. Piştî vê jî kaptanê Real Madridê Sergio Ramos kupa ji destê Serokê UEFAyê Aleksander Ceferin hilda.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.