Tirkiye û Îran piştî 44 salan wê bên pêşberî hev
Tîmên Tirkiye û Îranê piştî 44 salan wê sibê li Stenbolê bên pêşberî hev
Istanbul
ÎSTANBUL
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê piştî 44 salan wê sibê li Stenbolê bi tîma Îranê re bê pêşberî hevdu.
Herdu tîm herî dawîn di 20ê çileya paşîn a 1974an de li Karaçiya bajarê Pakistanê ji bo Kupaya Hevkariya Herêmî ya ji bo Pêşketinê (RCD) hatibûn pêşberî hev. Bi gola Sînan Alayoglu va Tirkiye bi ser ketibû.
- Pêşbirka 7emîn
Tîma hîv û sterk wê sibê di dîroka xwe ya bi Îranê ra cara 7emîn wê bikeve pêşbaziyê.
Di 6 pêşbirkên berê de Tirkiye 4 caran bi ser ketibû, 2 caran jî herdu tîm beranberî hev mabûn. Îranê tu caran Tirkiye têk nebiriye.
- Pêşbirka ewil di sala 1950an de çêbûbû
Tirkiye û Îran cara ewil di 28ê gulana 1950an de li Stada Înonuyê ya li Stenbolê ketibûn pêşbaziyê.
Di vê pêşbirka ewil de Tirkiye bi ser ketibû. Reha Eken 3, Lefter Kuçukandonyadîs 2 û Halît Derîngor jî golek avêtibûn.
- Pêşbirk
Pêşbirkên di navbera Tirkiye û Îranê de û encamên wan wiha ne:
Dîrok | Cih | Pêşbirk | Encam |
20.01.1974 | Karaçî | Kupaya RCDyê | 1-0 |
17.09.1969 | Enqere | Kupaya RCDyê | 4-0 |
26.11.1967 | Dakka | Kupaya RCDyê | 1-0 |
16.03.1966 | Tehran | Kupaya RCDyê | 0-0 |
25.07.1965 | Tehran | Kupaya RCDyê | 0-0 |
28.05.1950 | Stenbol | Kupaya RCDyê | 6-1 |
Têbinî: Di encamên pêşbirkan de tîma ewil Tirkiye ye.