Haydar Şahin
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ANKARA
Hêviya Real Madrîda ku ew ê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da bi Lîverpolê ra bilîze ew e ku Cristiano Ronaldo performanseke rind nîşan bide.
Real Madrîda ku dîrektoriya wê ya teknîkî Zînedîne Zîdane dike di kupaya sereke ya Ewropayê da zehf zor û zehmetî kişand lêbelê dîsa jî bi tecrûbeya xwe va derkete fînalê.
Real Madrîd hetanî fînalê derkete 12 pêşbirkan, ji wan 8 xalibiyet, 2 beramberî û 2 mexlûbiyet bi dest xist. Di van pêşbirkan da 30 gol avêt û 15 gol xwar.
Real Madrîdê di koma Hyê da li hember taximên Tottenham, Borussîa Dortmund û APOELê têkoşîn da. Piştî pêşbirkên bi zor û zehmet Tottenhamê 13 puan sitand û di rêya 2yan da derkete tura ser. Real Madrîdê di tura 16an da ji Paris Saint-Germainê, di fînala çaryek da ji Juventusê, di nîvefîlanê da jî Bayern Munîhê bir û derkete fînalê.