Spor

Lîverpool bû xwediyê kupayê

Pêşbirka Lîvelpool û Cehelseayê di dema normal da 1 û 1, di dema dirêjkirinê da 2 û 2 temam bû û derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan da Lîverpoolê 5-4 ji Chelseayê bir û bû xwediyê Kupaya Super a UEFAyê

Haydar Şahin  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 17.08.2019
Lîverpool bû xwediyê kupayê

Istanbul

Pêşbirka Lîvelpool û Cehelseayê di dema normal da 1 û 1, di dema dijêkirinê da 2 û 2 temam bû û derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan da Lîverpoolê 5-4 ji Chelseayê bir û bû xwediyê Kupaya Super a UEFAyê.

Di nîva ewil a pêşbirkê da herdu taxim 1 û 1 beramberî hev man û di nîva duduyan da gol nehatin avêtin. Li ser vê di pêşbirkê da derbasî lîstina dema dirêjkirinê bûn.

- Dema dirêjkirinê

Fîrmînoyê gogbazê Lîverpoolê di deqîqeya 95an da pas da Mane û Mane gol avêt û Lîverpool 2-1 pêş ket.

Di deqîqeya 101ê da Jorgînhoyê gogbazê Chelseayê ji penaltiyê golek avêt û pêşbirk bû 2-2.

Dewreya ewil 2-2 xilas bû.

Di nîvê duduyan da tu gol nehat avêtin li ser vê derbasî penaltiyan bûn.

- Penaltî

Di penaltiyan da golên Lîverpoolê Firmino, Fabinho, Origi, Alexander-Arnold û Salah avêtin.

Golên Chelseayê jî Jorginho, Barkley, Mount û Emerson avêtin.

Lîverpoolê di penaltiyan da 5-4 ji Chelsiyê bir û bû xwediyê Kupaya Super a UEFAyê.

Stat: Vodafone Park

Hekem: Stephanie Frappart (Fransa), Manuela Nicolosi (Fransa), Michelle O'Neill (Îrlanda)

Lîverpool: Adrian, Gomez, Matip, Van Dijk, Robertson (Dq. 91 Alexander-Arnold), Milner (Dq. 64 Wijnaldum), Fabinho, Henderson, Oxlade-Chamberlain (Dq. 46 Firmino), Mane (Dq. 103 Origi), Salah

Chelsea: Kepa, Azpilicueta, Zouma, Christensen (Dq. 84 Tomori), Emerson, Kante, Kovacic (Dq. 101 Barkley), Jorginho, Pulisic (Dq. 74 Mount), Pedro, Giroud (Dq. 74 Abraham)

Gol: Dq. 36 Giroud, Dq. 101 Jorginho (Ji Penaltiyê) (Chelsea), Dq. 48 û 95 Mane (Lîverpool)

Kartên zer: Dq. 79 Azpilicueta (Chelsea), Dq. 85 Henderson, Dq. 107 Alexander-Arnold (Liverpool)

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın