İbrahim Atmaca
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Di Kupaya Lîgê ya Îngiltereyê, pêşbirka ewil a nîvefînalê da Chelsea di sehaya xwe da bi Arsenalê ra leyîst û pêşbirk 0-0 beranber qediya.
Pêşbirk li Stada Stamford Bridgeyê hat lîstin û nîvê ewil ê pêşbirkê bê gol xelas bû. Di nîvê duyemîn da jî tu gol nehatin avêtin û pêşbirk 0-0 kuta bû.
Mesut Ozîlê fitbolîstê Arsenalê yê ku eslê xwe tirk e, ji ber seqetiyê neleyîst.
Pêşbirka rovanşê ya herdu tîman 24ê rêbendanê roja çarşemê wê li Stada Emiratesê were lîstin.