Di Kûluba Arsenalê de berî ku transfer biqedin di nîv saetê dawîn de hat zanîn ku fûtbolîstê 24 salî yê bi eslê xwe tirk e, bi qasî 5 salan bi Arsenalê re peyman îmze kiriye. Arsenalê Mesût Ozîl bi 42,4 Sterlînan transfer kir û her wiha rekora transfera kûlûbê jî bi vî şiklî şikest. Tîma Londrayê transfera xwe ya herî biha di sala 2009an de bi 15 milyon Sterlînî ji tîma Rûsyayê Zanît St Petersburgê Andrey Atshavîn transfer kiribû.
Ozîl bi rêya medyaya li netê bangî terefgiran kir û got: "Terefgirên xoşewîst yên Real Madrîdê min ev 3 sal in bi we re jiyaneke xweşik borand. Jiyana min a li vir pir xweş bû. Lê belê carinan hin tişt bi awayekî cuda diguherin. Min bi xwe jî qasê du-sê roj ewil tiştek wiha hêvî nedikir. Berî ku ez ji Real Madrîdê veqetim ez serkeftinê ji hevalên xwe re dixwazim û ji bo her tiştî jî spas dikim. Ez aniha jî ji bo tîma xwe ya nû diqirqilim."
Menajerê Arsenelê Arsene Wenger jî der barê transferê de wiha axift: "Em kêfxweş in ku me Mesût Ozîl kiriye nav kadroya xwe. Ozîl hem di kûluban de hem jî di raya navneteweyî de xwe ispat kiriye û lîstikvanekî newaze ye. Em demek e wî temaşa dikin û heyranê wî ne. Ozîl xwediyê hemû taybetmendiyên fûtbolîstekî Arsenalê ye."
Mesût Ozîl li bajarê Almanyayê li Gelsenkirchenê çêbûye. Di sala 2006-08an de li Schalkeyê, di sala 2008-2010an de li Werder Bremenê û ji 2010an pê ve ye jî li Real Madrîdê forma li xwe dike.
Ozîl bi tîma Real Madrîdê re di sala 2011-2012an de şampiyoniyê bi dest xist û her wiha Kûpaya Kraliyetê û Super Kupaya îspanyayê jî bi dest xist. Fûtbolîstê 24 salî bi formaya Tîma Neteweyî ya Almanyayê 47 carî lîst û 14 gol avêtin.
Ji ber ku zêde transfer çênekir Arsenalê ku ji terefgirên xwe bertek girtin, ji bilî Mesût Ozîl, forvet Yaya Sanogo, fûtbolîstê li nîva qadê dilîze Mathieu Flamini û kaleparêz Emiliano Viviano jî transfer kir.
-Rekora Robinho ji destê wî girt
Heya nija ji Real Madrîdê bi 43 milyon Euro Robinho çûbû tîma Manester City lê belê Mesût Ozil bi 45 miyon Euroyê rekora Robinho ji dest girt û heya niha bû fûtbolîstê ku herî zêde pere xist kaseya Real Madrîdê.
Hat îdiakirin ku Mesût dê serê sezonê ji Arsenalê 7 an jî 8 milyon Euro heqê xwe bistîne.
Wek sedema ku ji Real Madrîsê jî çima veqetiya ev yekana nîşan in; transferên Isco û Bale, muzakereyên li ser heqdestiya wê ne li gor dilê wî bûn û her wiha Rahêner Carlo Ancelotti wî kurt dida lîstin.