15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, Mehmet Yakişirê qaşo berpirsê Behra Reş ê PKKê ku di kategoriya sor a lîsteya kesên ji ber terorê li wan digerin da ye, hat kuştin.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, terorîstên ku par di meha tebaxê da li Maçkaya navçeya Trabzonê di pevçûnê da Eren Bulbulê 15 salî şehîd kir, hatin kuştin.
Soylu di peyama xwe da wiha got:
"Eren Bulbul, em niha dikarin bi rehetî navê wî bibîr bînin. Ew qeleş li dojehê ne, tu li bihuştê yî. Ez cendirmeyên me yên qehreman pîroz dikim. Qaşo serkirdeyê PKKê Mehmet Yakişirê ku kodnavê wî Zeynel e (lîsteya sor) û Bariş Coşkunê ku kodnavê wî Sorej e, hatin kuştin."