Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş bi munasebeta salvegera duyemîn a 15ê Tîrmehê peyamek weşand û got: "Rêxistineke terorî ya ku îdia dikir referansa wê dîn e bi salan hêstên dînî yên saf ê miletê me ji bo armancên xwe yên qirêj emilandin û qestî welatê me, yekîtiya me, bihevratiya me, biratiya me, serxwebûn û pêşeroja me kir."
Erbaş der barê rêxistina terorî ya FETOyê da wiha pê da çû:
"Îro bi her awayî derketiye holê ku FETO bi hemû planên xwe yên qirêj, rûyê xwe reş, jirêderketin û xerabiyên xwe di bin dilqê dîn da veşartiye û ew rêxistineke terorî ya ji derva tê îdarekirin e. Ew tevgereke ku hemû nirxên Îslamê tehrîf û wêran kiriye, ji bo armancên xwe yên dizî û berjewendiyên xwe emilandiye. Serkêşê û mensûbên vê rêxistina terorê ya ku ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bêgûman bi ser gelê xwe da gule barandine miletê bi hêstên dînî xapandine, kirine tora xwe û her yekî ji wan kirine milîtanên xwe û wan kirine mîna cinawirekî ku îxanet li welat û miletê xwe kirine.
Erbaş destnîşan kir ku Serokatiya Karên Diyanetê ji bo milet bi hestên dînî neyên xapandin û bi hêmanên Îslamî berê wan nekeve hev li ser karê xwe ye û di xizmeta gel da ye.